Tebax 29, 2016 21:03 Asia/Tehran
  • Du teqîn li Bexdayê: 3 kuştî û 16 birîndar

Di encama du teqînan li deverên curbicur ên paytexta Iraqê Bexdayê de ku şeva çûyî qewmî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a tirkan Anadoluyê ragihand ku du teqînên bombeyan ku li du deverên cihê yên paytexta Iraqê qewmî sê kesan jiyan xwe ji dest da û 16 kesên din jî birîndar bûn .

Wezareta karên hundir a Iraqê ragihandiye ku teqînek li nêzîkiya bazarekê li devera El Raşidiye li bakûra Bexdayê qewmî ku li wir du kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.Teqîna din li başûra rojavaya Bexdayê li devera Swîb qewmî ku di encama wê de jî kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Teqînên wiha piranî ji aliyê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê cih tên. Ev grûpa dema ku li hemberî hêzên çekdar ên Iraqê şikestê dixwe dest davêje êrişên terorîstî yên wekî teqandinên întiharî û teqandina bombeyan li navendên xelktêda.