Tebax 24, 2016 18:54 Asia/Tehran
  • Azadkirina navçên din ên  El-Qeyarê ji destê terorîstan

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê çar navçên din ji bajarê El-Qeyarê li bakurê Iraqê azad kirin.

 Li gorî rapora  ajansa nûçan a Wa`ê, hêzên artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê roja çarşemiyê li dewama operasyona  azadkirina tam a bajarê Qeyarê li 60 km ya  başûrê Mûsilê, navenda  parêzgeha  Neynewayê, navçên  El-Musfî,  dayira  polîsan û nexweşxana dewletê ya vî bajarî ji destê terorîstan azad kirin.

 Hêzên iraqî her wiha  sê trimbêlên  bombekirî li derdora  bajarê Qeyarê têk birin.

 Hêzên  artêşa Iraqê operasyona  derbasbûna  nav bajarê Qeyarê ji çar mêhweran destpê kirine û derbasî navça  navendî ya vî bajarî bûne.

 Li  vî halî artêşa Iraqê îro çarşemiyê ji xelkê bajarê Mûsilê xwest ku  ji vî bajarî dernekevin û ji meqerên grûpa tekfîr ya DAIŞ`ê dûr bikevin.

 Polîsên Iraqê jî îro çarşemiyê ragihandin ku hêzên artêşa Iarqê, Qayib Hemd El-Merqawî serkirdê grûpa terorîst a DAIŞ`ê li girava  El-Xalidiyê li parêzgeha  Enbarê li rojavaya Iarqê dema paqijkirina  vê navçê ji destê terorîstan girtin.