Gora Etarê Neyşabûrî, arif û helbestvanê mezin ê îranî
May 18, 2020 10:49 Asia/Tehran
Neyşabûr ji bajarên girîng û mezin li parêzgeha Xorasanê li bakurê rojhilata Îranê ye û ketiye bintara Çiyayê Bînalûdê.
Ev bajar di serdema piştî Îslamê da yek ji mezintirîn navendan û cihê jiyana gellek zana, helbestvan, sofî û giregirên din bûye.
Etar ji helbestvan û nivîskarên sedsala şeşem a Koça heyvî bûye. navê wî yê sereke "Ferîdedîn Ebû Hamid" bûye û tu agahiyeke deqîq û eseh derbarê sala jidayîkbûna wî tuneye. Hinek sala jidayîkbûna wî ji sala 513an a Koça Heyvî heta 537an a Koça heyvî dane zanîn.
Etar li gundê Kedkenê ku gundekî ser bi Neyşabûrê bû hat dinê û agahiyeke zêde ji heyama zarokatiya wî li ber dest nîne.