Kanûn 04, 2020 20:39 Asia/Tehran
  • Ermenistan- Bi sedan xwepêşander daxwaza karvekişîna Pashinyan dikin

Bi sedan ermenî duhpêncşemê 03.12.2020an herikîn kolanên paytext Yerevanê ku jiber îmzakirina peymana bi Komara Azerbaycanê re, karvekişîna Serokwezîr Nikol Pashinyan bixazin.

Xwepêşanderan dirûşmên wek “Xayin Nikol” qerîyan û dîdevanan ji Reutrsê re got ku polîsan jimareke xwepêşander desteser kirin.

Pashinyan berîvanî li biryara xwe dike û bangên karvekişînê red dike. Hevrikên Pashinyan peymana radestkirina hin deverên Qarabaxê yên bin kontrola Ermenistanê yên ji Komara Azerbaycanê re bi tundî rexne dikin û wek xiyanet bi nav dikin.

Demeke zûtir ya îro koalîsyona bi 17 partîyan serokwezîrê berê Vazgen Manukyan li şûna Pashinyan destnîşan kiribû ku heta pêkanîna hilbijartinên pêşdem serokwezîrî bike.

Serokê berê yê Sazîya Ewlekarî ya Netewî Artur Vanetsyan got ku Manukyan dikare bê ku bibe endamê partîyekê dikare serokwezîrî bike û dû re di hilbijartinê de cîh negire.

Peymana aştî ya navbera rêberên Ermenistan, Komara Azerbaycan û Rûsya ku di 10’ê Mijdarê de hatibû îmza kirin, dawî li şer anîbû û hin deverên li dora Nagorno-Qarabaxê dabû Azerbaycanê.

Serepeyv