Mijdar 30, 2020 20:42 Asia/Tehran
  • Tîma ragehandinê ya serokê nû yê Amerîkayê hemû jin in

Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden karbidestên xwe yên ragihandinê, ku temamê wan jin in, eşkere kir.

Rêberîya tîma medyayê ya Biden dê Kate Bedingfield bike ku ew berê cîgira dîrektorê ragihandina kempeyna Biden bû.

Jen Psaki dê wek berdevka Qesira Sipî bixebite ku wê jî di dewra seroktîya Barack Obama de dîrektorîya ragihandinê ya qesirê dikir.

Biden bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku ew serbilind e ku temamê tîma ragihandinê ya Qesira Sipî ji jinan çêbûye.

Wî da zanîn ku ew tîma bi tecirbe dê bike ku welat ji berê çêtir ava bibe.

Şêwirmendîya cîgira serokê hilbijartî Kamala Harris jî dê Symon Sanders û Ashley Etienne bikin.

Berovajî karên din yên di kabîneyê de, bo erkdarkirinê buroyên medya pejirandina Civata Senatoran ne hewce ye.

Serepeyv