Mijdar 29, 2020 18:50 Asia/Tehran
  • 62 miliyon kes li cîhanê bi KOVÎD-19ê ketine

Li tevahiya cîhanê zêdetirî 62 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û milyonek û 500 hezar kesên pê ketî, jiyana xwe ji dest daye.

 

Li gorî daneyên pêketiyên vîrusa koronayê ku Reutersê eşkere kirin, li cîhanê zêdetirî 62 milyon kes bi vîrusa koronayê ketine û hejmara kesên bi koronayê mirine, gihaşt milyonek û 449 hezar kesan.

Li gorî daneyan, korona herî zêde li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) belav bûye, piştre bi dorê Hindistan, Brezîlya, Îtalya û Rûsya tên.

Her wiha ji aliyê hejmara kesên ku bi koronayê mirine jî DYA di rêza yekemîn de ye, piştre Îtalya, Meksîka, Fransa û Brezîlya tên

 

 

Serepeyv