Mijdar 29, 2020 08:45 Asia/Tehran
  • Sendêrz: Terora Fexrîzade neqanûnî bû

Senatorê serbixwe yê Amrîkayê bi peyamekê terorkirina zanyarê navokî û berevaniyê yê Îranê kiryareke bêbakane (bêperwa), handêr û neqanûnî da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Bêrnî Sendêrz (Bernie Sanders) senatorê serbixwe yê Amerîkayê di peyameke twitterê da tevî neqanûnîzanîna terora şehîd Muhsin Fexrîzade zanyarê navokî û berevaniyê yê Îranê nivîsî: Xuya ye ku armanca vê kiryarê hevdem digel desthilatdarbûna dewleteke nû, lawazkirina dîplomasiya Amerîka û Îranê bûye.

Sendêrz her wiha ragihand: Nabe ku em rê bidin ev yek biqewime, dîplomasî, rêya herî baş a pêşketinê ye.

 

Serepeyv