Cotmeh 29, 2020 14:55 Asia/Tehran
  • Li Fransayê êrişa bi kêrê: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Nice(Nîsê) yê Fransayê di encama êrişeke terorîstî de 2 kes bi kêrê hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Li nêzîkî Kenîseya Notre Dame li bajarê Nice li başûrê Fransayê îro Pêncşemê 29ê Cotmeha 2020an êrişek bi kêrê hat kirin.

Li gor ajansa fransî AFPê di encama êrişê de 2 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûne, lê li gor hinek ajansên din ên navnetewî di vê êrişê de 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gor Serokê Şaredariya Nice, êrîşkar ku birîndar bûye, hatiye girtin û li nexweşxanê çareseriyê werdigire.

Polîsê Fransayê êrîş bi êrîşeke terorîstî binav kiriye.

Piştî ku li Fransayê serê mamostayekî hat jê kirin, Serokomarê Fransayê di du gotarên cuda de dijî radîkaliya olî axifî û axaftina wî bû cihê nîgeraniya beşek ji misilmanan.

Tê gotin ku dibe peywendiya vê êrişê bi wê yekê ve hebe, lê hîn ev yeka nehatiye piştrastkirin

Serepeyv