Cotmeh 29, 2020 11:25 Asia/Tehran
  • Fransa dezgeha îslamî ya Baraka City hilweşand

Hikûmeta Fransa dezgeha îslamî hilweşand, serokê wê dezgehê daxwaza mafê penaberiya siyasî ji Erdogan kir.

Wezareta navxwe ya Fransa ragihand, wan dezgeha îslamî ya bi navê “Baraka City” hilweşandine, ji ber ku misilman bo tundiyê gij dikir û pêwendiya wê bizaveka îslamî ya radîkal re jî hebû, her duyan amadekariya çalakiyên terorîstî dikirin.

Çend roj berê serokê wê dezgeha îslamî, Idrîs Sîhamedî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Fransa ve, bi tohmeta ku rojnamevanekî berê yê kovara fransî ya Charlie Hebdo tehdîd kiriye, hatibû girtin.

Idrîs Sîhamedî îro bang li serkomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan kir, mafê penaberiyê bide wî û hevalên wî ji ber ku êdî li Fransa ewlehiya wî nemaye.

Serepeyv