Cotmeh 29, 2020 09:01 Asia/Tehran
  • Ermenistan: Hêzên Azerbêcanê navendên niştecihbûnê yên li Qerebaxê topbaran kirin

Ermenistanê piştrast kir ku hêzên Komara Azerbêcanê topbarana navendên niştecihbûnê li Qerebaxê didomîne.

Sekretera çapemeniyê ya Wezareta Parastinê ya Ermenistanê Şuşan Stepanyan got: "Hêzên çekdar ên Komara Azerbêcanê topbarana navendên niştecihbûnê yên li Qerebaxê, bi taybet bajarê Şuşî ya ku bûye armanca topbaranan, didomîne."

Li gorî sekretera çapemeniyê heya niha tu zirarên canî tesbît nebûye ku were ragihandin.

Serepeyv