Cotmeh 27, 2020 15:24 Asia/Tehran
  •  Konseya Ewlehiyê ya NY bang li aliyên Lîbyayê kir ku biryarên Cinevê bi cih bînin

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî(NY) bang li hemû aliyên Lîbyayê kir ku pabendê sozên xwe bin û peymanê pêk bînin û banga pêkanîna agirbestê kir da ku bi rêya diyaloga sîyasî bigihêjin çareseriyekê.

Endamên  Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja sêşemê agirbesta domdar li Lîbyayê ya ku Komîteya Leşkerî ya Hevbeş (5+5) li Cinêvê îmze kiribû, erênî nirxand.

 Konseya Ewlehiyê ya NY bang li hemû dewletan kir ku pabendiyê bi qedexeya çekan bikin û mudaxeleyî karên hundirîn ên Lîbyayê nekin.

Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî li ser Twitterê got: "Îmzeya Qeterê lihevkirinên ku qaşo bi lihevkirinên ewlehiyê bi nav kiribû bi hikumeta Wîfaq re, biryarên diyaloga Cinevê binpê dike.”

El-Mismarî wiha lê zêde kir: “Ev hewldanek ji bo têkbirina lihevkirinên agirbestê, yên ku efserên artêşa Lîbyayê li Cinevê li ser wê li hev kiribû.”

Serokwezîr û wezîrê karên hundir ê Qeterê El-Şêx Xalid bin Xelîfe bin Abdulazîz El-Sanî bi wezîrê karên hundirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Başaga re lihevkirinek der barê hevkariya ewlehiyê de di navbera her du wezaretên hundirîn de îmze kir.

Serepeyv