Cotmeh 17, 2020 09:15 Asia/Tehran
  • Li Parîsê ciwanekî 22 salî serê mamostayê dîrokê birî

Li paytexta Fransê Parîsê, di saetên şevê de kesê ku serê mamostayekî dîrokê birî, ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Êriş li qada Cnaflans-Saint-Honorine ya nêzî paytext Parîsê pêk hat.

Di saet derdorî 17:00’an de kesekî ku li Dibistana Navîn a Bois-d'Aulne mamostatî dikir, ji aliyê kesekî 22 salî ve hate kêrkirin. Êrişkarê ku serê mamoste jê kir, piştre nêzî 200 metre ji cihê bûyerê dûr bû, bi hinceta ku li ser banga polîsan nerawestiya hate kuştin.

Li gorî agahiyên destpêkê ku kete çapemeniyê mamostayê dîrokê di dersê bi sembola ‘azadiyê’ karîkatorên ku berî niha di kovara Charlîe Hebdo hatin parvekirin mînak nîşan dida, ders dida. Ji ber vê sedemê tê texmînkirin ku mamostayê dîrokê ji aliyê êrişkarê ku guman tê kirin ku alîgirê DAIŞ’ê be ji bo wê mamoste kiribe hedef.

Polîs diyar kir ku êrişkarê 22 salî berî niha ti têkiliyeke wî li gel derdorên îslamî yên redîkal tesbît nekiriye û navê wî di ‘Fiche S’ de jî nîne. Lê îdîa hene ku ‘pirsgirêkên derûnî’ yên vî kesî berê niha hebûn.

Piştî bûyerê Dozgerê Antî Teror kete dewreyê, têkiliyên êrişkar lêkolîn dike.                                                                                             

Serepeyv