Îlon 29, 2020 12:41 Asia/Tehran
  • Qerebax: Yê li dijî me şer dike Komara Azerbaycanê nîne, Tirkiye ye

Herêma Qerebaxê ku Komara Azerbaycanê şer li dij ragihandiye, diyar kir ku balafirên şer, helîkopterên şer ên Tirkiyê û çete li dijî wan tên bikaranîn.

Li gorî daxuyaniya Serokomarê bixwediyarkirî yê Qerebaxê hatiye diyarkirin: "Yê li Qerebaxê şer dike Komara Azerbaycan nîne, Tirkiye ye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Helîkopterên Tirkiyê, balafirên F-16 ên Tirkiyê, yekîneyên leşkerî û leşkerên bi pereyan şer dikin (kirêgirtî) ên ji welatên curbicur hatine komkirin, li dijî wan şer dikin."

Rojnameya Armenewsê jî bi agahiyên servîsên îstîxbaratê ragihand ku dewleta Tirkiyê derdora 4 hezar çete ji Sûriyê şandine Komara Azerbaycanê.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku 81 ji van çeteyan di şerê dijî Qerebaxê de hatine kuştin.

Şer roja Yekşemê piştî ku Komara Azerbaycanê li Qerebaxê dest bi operasyoneke berfireh kir, dest pê kir. Artêşa Komara Azerbaycanê bombe li paytexta Qerebaxê barandin.

Li gorî Bakuyê di nava 24 saetên dawî de 550 leşkerên Ermen hatine kuştin. Rêveberiya Erîvanê jî ragihand ku zêdeyî 200 leşkerên Azerî hatine kuştin. Zehmet e ku agahiyên her du aliyan ji aliyê çavkaniyên cuda ve bên piştrastkirin.

Wezareta Parastinê ya Qerebaxê qebûl kir ku li aliyê wan 32 leşker hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê jî diyar kir ku 4 helîkopter, 27 drone û 33 tank û mîtralyoz hatine îmhakirin.

Aliyê Ermen ragihand ku ji ber bombardûmana Komara Azerbaycanê sivîlan jiyana xwe ji dest dane ku yek ji wan zarok e, yek jî jineke.

Serepeyv