Îlon 23, 2020 16:48 Asia/Tehran
  • 15`ê Cotmehê dê li Cinêvê civîna aliyên Lîbyayê li dar bikeve

Dezgehên çapemeniya erebî ragihand ku dê civîna Cinêvê ya aliyên lîbyayî di 15`ê Cotmehê de li dar bikeve û dê nîqaşa avakirina meclisa serokatiyê û avakirina hikumeta serbixwe bê kirin.

Tora Erebiyê Net ragihand ku çavkaniyan diyar kiriye ku civîna Cinêvê dê di 15`ê Cotmeha bê de bi beşdariya 80 kesayetên lîbyayî yên ji aliyên cuda, li dar bikeve.

Têkildarî mijarê û li gorî agahiyan, 13 endamên parlemana Lîbyayê û 13 endamên meclisa dewletê dê beşdarî dewrên diyalogê bibin.

Têkildarî mijarên ku werin nîqaşkirin, çavkaniyan da zanîn ku dê nîqaşa avakirina meclisa serokatiyê û avakirina hikumeta serbixwe were kirin û ji bo civîna Cinêvê dê her du nuqte girîngtirîn bin.

Di heman demê de çavkaniyan ragihand ku têkildarî rêjeya nûnertiyê hin nakokî hene, li gel wê hin aliyên herêmê jî li dijî rêjeya nûnertiya beşdaran û pîvanên hilbijartina beşdariya ji civîna Cinêvê re derketin.

Di dosyaya Lîbyayê de di hefteyên derbasbûyî de gelek guhartin çêbûn, hikumeta Wîfaqê ya ku Fayîz El-Serac serkêşiya wê dike, agirbest ragihand, parlemana Eqîle Salih banga lidarxistina kongreyê li Mexribê kir, dan û standin li Cinêva Swîsreyê ji 7 heta 9`ê Îlonê û bi serkêşiya Navenda Diyalogên Mirovî û bi beşdariya NY`yê ya piştgiriya Lîbyayê dike, li dar ket. Di navbera Meclisa Serokatiyê û artêşê de têkildarî vekirina bîrên petrolê peyman çêbû û duh jî Hefter û Salih serdana Qahîreyê kirin

Serepeyv