Îlon 22, 2020 17:59 Asia/Tehran
  • Serokê Qibrisê: Welatê me rastî dagirkeriyeke nû ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve tê

Serokê Qibrisê Nikos Anastasiades diyar kir ku welatê wî rastî dagirkeriyeke nû ya Dewleta Tirkiyê tê û ev yek jî di binpêkirina para wan di ava herêmî ya Nicosiayê de diyar dibe.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Serokê Qibirsê di axaftina xwe ya li pêşiya Komeleya Giştî ya NY`ê de axivî û got: "Qibris heta niha ji ber encamên dagirkeriya Dewleta Tirkiyê di sala 1974`an de, azaran dikişîne. Niha jî Qibris ji ber dagirkeriyeke nû di ava me ya herêmî de, azaran dikişîne. Di heman demê de, gefên derbasbûna keştiyên şer ên Dewleta Tirkiyê hene û ev yek jî binpêkirina biryarên navneteweyî ye."

Anastasiades di berdewama axaftina xwe de da zanîn ji bo parastina serxwebûn û serweriya xwe û ava wan a herêmî, wan pişta xwe daye NY’yê û dewletên di nava NY`ê de cihê xwe digirin.

Ji aliyekî din ve jî Anastasiades di hevdîtina bi serokatiya Yewnanistanê li Nicosi'ayê, bi bîr xist ku welatê wî û Yewnanistan ji bo bidawîkirina kiryarên Dewleta Tirkiyê ên neqanûnî li rojhilatê Deryaya Spî, di nava tevgerê de ne.

Her wiha Anastasiades piştrast kir ku Atîna û Nicosia di aloziya rojhilatê Deryaya Spî de, helwesteke wan a hevpar li gorî pîvanên qanûnên navneteweyî heye.

Di heman demê de, koordînatorê Kar û Barên Derve û Ewlehiyê ya Yekitiya Ewropayê Joseph Borrell, biryara Enqereyê ya dirêjkirina dema vekolîna li petrol û gazê li hemberî beravên Qibrisê şermezar kir.

 

 

 

 

Serepeyv