Îlon 21, 2020 09:48 Asia/Tehran
  •  Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 31 milyon û 8 hezarî derbas bû

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrûsa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku ji Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li çar aliyê dinyayê belav bû ketin ji 31 milyon û 8 hezarî derbas bû.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 961 hezar û 733 kes ji ber şewba vîrûsa koronayê mirin.

Hejmara pêketiyan derket 31 milyon û 8 hezar û 424 kesî, 22 milyon û 614 hezar û 778 kesên bi vîrûsê ketibûn jî pak bûn.

Niha li çar aliyê dinyayê tedawiya 7 milyon û 431 hezar û 913 kesan jî dewam dike.

Li Amerîkaya herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derket 6 milyon û 967 hezar û 420 kesî, ji ber vîrûsê jî 203 hezar û 828 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 300 hezarî zêdetir in ev in:

Hindistan (5 milyon û 400 hezar 619), Brezîlya (4 milyon û 528 hezar 347), Rûsya (milyonek û 103 hezar û 399), Perû (762 hezar û 865), Kolombiya (758 hezar û 398), Meksîka (694 hezar û 121), Afrîkaya Başû (659 hezar û 656), Îspanya (659 hezar û 334), Arjantîn (622 hezar û 934), Şilî (444 hezar û 674), Fransa (442 bin 194), Îran (419 hezar û 43), Îngiltere (390 hezar û 358), Bangladeş (347 hezar û 372), Erebistana Siûdî (329 hezar û 271), Iraq (315 hezar û 597), Pakistan (305 hezar û 671) û Tirkiye (301 hezar û 348)."

Ji bilî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ên ji ber Kovîd-19ê ji 10 hezarî zêdetir in ev in:

"Brezîlya (136 hezar û 565), Hindistan (86 hezar û 774), Meksika (73 hezar û 258), Îngiltere (41 hezar û 759), Îtalya (35 hezar û 692), Peru (31 hezar û 369), Fransa (31 hezar û 274), Îspanya (30 hezar û 495), Îran (24 hezar û 118), Kolombiya (24 hezar û 39), Rûsya (19 hezar û 418), Afrikaya Başûr (15 hezar û 940), Arjantîn (12 hezar û 799), Şilî (12 hezar û 254) û Ekvador (11 hezar û 84).

 

 

 

Serepeyv