Îlon 19, 2020 02:34 Asia/Tehran
  • El-Ereb: Zextên navneteweyî Fayîz El-Serac neçarî istîfakirinê dikin

El-Ereb: Zextên navneteweyî Fayîz El-Serac neçarî istîfakirinê dikin.

Li gorî nivîsa Hawar Newsê (ANHA), Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Tevî ku agahiyên belavbûyî yên rojnemevanan beriya çend hefteyan ku behsa istîfakirina serokê hikumeta Wîfaqê Fayîz Serac kirin, lê dîsa jî gelê Lîbyayê şok derbas kir, ji ber biryar piştî demeke kurt ji derketina rageşiya di navbera El-Serac û wezîrê hundirîn Fethî Başa Axa de derket. Fethî Başa Axa li dijî El-Serac şerekî nerasterast meşand û hişt ku gelê Lîbyayê dakevin kolanan û li dijî gendeliyê protosto bikin."

Gelek dibînin ku ev istîfakirin bi zexta Amerîkayê hat da ku aliyên navneteweyî yên ji peymanên bi dewleta Tirkiyê re îmze kirine aciz in, razî bikin. Nexasim jî peymana nexşekirina sînorên Deryayî ya ku hişt ewropî bi taybet Fransa û Yewnanistanê bi hêrs bin.

 

 

Serepeyv