Îlon 18, 2020 15:43 Asia/Tehran
  •   Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 30 milyon û 372 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 30 milyon û 372 hezarî derbas bû.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha 950 hezar û 941 kes ji ber vîrusê mirin.

Hejmara pêketiyan derket 30 milyon û 372 hezar û 552 kesan, 22 milyon û 57 hezar û 550 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.

Li dinyayê 7 milyon û 364 hezar û 161 kes hê nexweş in û tên dermankirin.

Li Amerîkaya herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derkete 6 milyon û 874 hezar û 596 kesan, ji ber vîrusê 202 hezar û 213 kes mirin.

Xêncî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 250 hezarî zêdetir in wiha ye:

"Hindistan (5 milyon û 214 hezar û 677), Breziîya (4 milyon û 457 hezar û 443), Rûsya (milyonek û 91 hezar û 186), Perû (750 hezar û 98), Kolombiya (743 hezar û 945), Meksîka (684 hezar û 113), Afrîkaya Başûr (655 hezar û 572), Îspanya (625 hezar û 651), Arjantîn (601 hezar û 713), Şîlî (441 hezar û 150), Fransa (415 hezar û 481), Îran (413 hezar û 149), Îngiltere (381 hezar û 614), Bangladeş (344 hezar û 264),Erebistana Siûdî (328 hezar û 144), Iraq (307 hezar û 385), Pakistan (304 hezar û 386), Tirkiye (298 hezar û 39), Îtalya (293 hezar û 25), Filipîn (279 hezar û 526) û Almanya (269 hezar û 42). "

Xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in wiha ye:

"Brezîlya (135 hezar û 31), Hindistan (84 hezar û 404), Meksîka (72 hezar û 179), Îngiltere (41 hezar û 705), Îtalya (35 hezar û 658), Perû (31 hezar û 146), Fransa (31 hezar û 95), Îspanya (30 hezar û 405), Îran (23 hezar û 808), Kolombiya (23 hezar û 665), Rûsya (19 hezar û 195), Afrîkaya Başûr (15 hezar û 772), Arjantîn (12 hezar û 460), Şîlî (12 hezar û 142) û Ekvador (11 hezar û 29).

Serepeyv