Îlon 17, 2020 22:12 Asia/Tehran
  • Rexneya dubare ya Trump ji dengwergirtina bi şêwaza postî

Serokomarê Emerîkayê cardinê şêwaza dengwergirtina postî rexne kir û fermandarên demokrat ên eyaletan wek gefek li dijî ewlehiya vî welatî da zanîn.

 Donald Trump serokkoarê Emerîkayê roja çarşemiyê lidarxistina hilbijartinên postî rexne kir û gefa fermandarên eyaletên di bin kontrola demokratan ji bo hilbijartinên sê Mijdarê cidîtir ji welatên biyanî da zanîn. 

 Donald Trump got: Li hinek eyaletan  ku dengwergirtina di wan de bi awayê berfireh ji riya postê cih hatiye, encam heta asta sedî 40 bi tişta rastîn  re ferqa  wê heye û vêca ev çavrêtiya heye ku  hin deng hatibin dizînê. 

Joe Biden brbijarê partiya Demokrat li hilbijartinên serokkomariya Emerîkayê û hevrikê Trump roja çarşemiyê ragehand ku  ev partiya tîma  parastina dengdêran dê birêve bibe. Donald Trump gef xwariye ku lidarxistina hilbijartinan bi awayê postî destê demokratan li sextekariyê vedike û renge ew encamên hilbijartinan qebûl neke. Trump bi şêwazên curbicur bona kêmkirina karayiya sîsetema postî yên Emerîkayê dixebite da ku wê nehêjayî belavkirina rûpelên dengdanê di nav xelkê de bide nasandin. 

 Eva di halekê de ye ku  bi tenê kêmtir ji du mehan heta dema hilbijartinên serokkomariyê li Emerîkayê maye û li gor lêpirsîanan, Biden rewşeke baştir di nava raya giştî ya vî welatî heye. 

Serepeyv