Îlon 17, 2020 14:51 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê hejmara kesên ji ber pêketina vîrusa koronayê mirine 19 hezar kesan borî

Li Rûsyayê hejmar pêketiyên vîrusa korona zêde dibe û heta naha zêdetirî 19 hezar kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 17.09.2020ê li Rûsyayê 5 hezar û 762 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û hejmara pêketiyan li Rûsyayê bi giştî gihêştiye milyonek û 85 hezar û 281 kesan.

Herwaha li Rûsyayê 144 kesên din ji ber pêketina bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî hejmara miriyan ji ber pêketina vîrusa korona geheştiye 19 hezar û 61 kesan.

Li Rûsyayê 895 hezar û 868 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Serepeyv