Tîrmeh 27, 2020 13:53 Asia/Tehran
  •  EL-EREB: Tişta ku Parîs û Qahîreyê li Lîbyayê digihîne hev dijberiya Tirkiyê ye

Rojnameyên erebî yên îro der barê hevkariya di navbera Misir û Fransayê de li dijî Tirkiyê, her wiha rewşa Iraqê û belavbûna vîrusa koronayê de nivîsîn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Rojnameya El-Ereb der barê mijarê de wiha nivîsî: "Li gorî hin helwestên siyasî yên dawiyê, di navbera Misir û Fransayê de nêzîkatî hene der barê aloziya Lîbyayê de. Dibe ku têkiliyên germ ên Misir û Fransayê bi gelek welatên din ên mezin re hebin, lê carê der barê van têkiliyan de tu helwestên diyar nîşan nadin. Misir ne her wextî nêzîkê Fransayê ye, yan berovajî wê, lê di demên dawiyê de wiha tê fêmkirin û lihevhatineke siyasî heye ku çîna desthilatdar a li her du welatan digihîne hev .”

Her wiha rojnameyê nivîsî: "Li gorî hin şîroveyan, dijberiya Tirkiyê xala hevbeş a têkiliya her du welatan e, her wiha vê helwestê kir ku ev têkilî germtir bibin û di helwestê de nêzî hev bibin ku êdî her kes dikare vê nêzîkahiyê bibîne. Vê hevkariya her du welatan bandor li liv û tevgera Tirkiyê ya li rojhilatê Deryaya Spî û Lîbyayê kir.”

 

 

Serepeyv