Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
Serdozgerê Herêma Hennepînê "Mîke Freeman", ji bo polisê ku "George Floyd" kuşt û hat girtin, "Derek Chaûvîn" ji ber ku sûcê cînayeta di asta sêyemîn de û kuştina mirov kiriye 35 sal ceza xwest.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Serdozgerê Herêma Hennepînê Mîke Freeman, cezayê ku ji polisê spîçerm "Derek Chaûvîn" ku bi çôka xwe welatiyê reşik ê Amerîkayê George Floyd fetisand re dixwest diyar bû.
Serdozger, ji polîsê kujer Derek Chaûvîn re 35 ceza xwest. Chaûvîn, wê bi sûcê cînayeta di asta sêyemîn de û kuştina mirov bê darizandin.
DOZNAMEYA HERÎ BI LEZ
Piştî bûyerê Chaûvîn re 2 polisên din ên kêliya bûyerê mudaxaleyî Chaûvî nekiribûn jî ji peywirê hatin girtin. Digel vê yekê jî polisê kujer Chaûvîn nehatibû girtin.
Li ser vê yekê gelek çalakî hatibûn lidarxistin û hatibû xwestin ku Chaûvîn bê girtin. Piştî vê yekê Chaûvîn hat girtin û di dîroka Amerîkayê de derbarê wî de doznameya herî bi lez hat amadekirin û jê re 35 sal cezahat xwestin.