May 30, 2020 16:56 Asia/Tehran
  • Nerazîtiyên dijî Nijadperestiyê li Amerîkayê

Cihêkariya nijadî û nijadperestiya bi taybet li dijî çermreşan hertim wek yek ji taybetmendiyên kirêt li civata Amerîkayê hebûye. Tevî vêya mijara ku di salên dawî da gellek zêdetir tê xuyakirin, tundiya bêsînor a Polîsê Amerîkayê li dijî çermreşaan e ku dîmenên gellek diltezîn çêkirine.

Cakob Firî Şaredarê Mîniyapolîsê jî ji xelkê xwest ku nehêlin trajediya kuştina mêrikekî çermreş, trajediyên zêdetir pêk bîne.

Ev nerazîtî ku niha aniha derbasî aliyên şidetbar jî bûne, di rastiyê da berteka çermreşên Amerîkayê li hemberî cihêkarî, bêdadî û ya herî girîngtir tundî û hovîtiya bêsînor a Polîsê Amerîkayê li dijî wan e.

Şehedî nîşan didin ku tundî û hovîtiya bêsînor a Polîsê Amerîkayê li dijî jin û mêrên çermreş li seranserî vî welatî bûye diyardeyeka giştî. Ev tundî di germegerma pandemiya Koronayê zêdetir jî bûne.

Ji aliyekî va civata çermreşan li Amerîkayê ketiye bin bandora Vîrûsa Koronayê û gellek kes ji wan mirine û ji aliyê din va bi ewna tûşî kiryarên hovane û tund ên Polîs bûne.

Mijara kuştina çermreşan bi destê Polîs bûye sebeba pêkhatina xelekekê ku têde ji ber kuştina çermreşan nerazî tên nav kolanan û serî radikin û di nava vê nerazîtiyê da polîs dest bi serkutkirinê dike û kes an kesên din dikuje.

Ev yek bi xwe bêhêvîtiya li nav çermreşan li Amerîkayê zêde dike û dibe sebeba pêkhatina tevgerên zêdetir ên itirazî.