May 30, 2020 13:04 Asia/Tehran
  •  Li dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê tên tedawîkirin ji 3 milyonî derbas bû

Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji ber şewba Vîrûsa Koronayê ya nû (Kovîd-19) tên tedawîkirin ji 3 milyonî derbas bû.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Li gor agahiyên malpera "Worldometer"ê ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li seranserê dinyayê awayekî tespîtkirî bi 3 milyon û 278 kesan ra şewba Kovîd-19ê heye û ji bo başbûnê ew tên tedawîkirin.

Ji nexweşên şewba Kovîd-19ê bi wan geriyaye rewşa 2 milyon û 946 hezar û 550 kesî giran nîne û ew li ser piyan in; lê rewşa 53 hezar û 728 kesan giran e.

Zêdebûna hejmara nexweşên ji ber Kovîd-19ê li ser pergala tenduristiyê ya welatan dibe barekî giran.

Di nav welatên ku pêketiyên Kovîd-19ê tên tedawîkirin da Amerîka bi milyonek û 168 hezar û 931 kesî va di rêza ewil da ye. Li Brezîlyayê 245 hezar û 96, li Rûsya 90 hezar û 318 li Fransayê 85 hezar û 884, li Hindistanê 81 hezar û 264, li Peru 61 hezar û 565, li Spanyayê 51 hezar û 96, li Şîliyê jî 46 hezar û 175 kes li nexweşxaneyan tên tedawîkirin.

Şewba Kovîd-19ê ya li bajarê Wuhanê yê Çînê derket li dinyayê ji 200î zêdetir herêm û dewletan belav bû.Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine ji 6 milyonî derbas bû û heta niha ji 360 hezarî zêdetir kes jî mirin.