Nîsan 04, 2020 08:38 Asia/Tehran
  • Pûtîn xwest ku berhemanîna petrolê kêm bibe

Serokomarê Rûsiyê ji berhemênerên mezin ên petrolê yên cîhanê xwest ku bi armanca zêdekirina bihayê petrolê, berhemanîna wê were kêmkirin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Vildamîr Pûtîn, Serokomarê Rûsiyê roja bihurî di civîneke vîdyoyî da tevî pêgiriya ser kêmkirina asta berhemanîna petrolê heta 10 miliyon petrolê di rojê da ji aliyê berhemênerên mezin ên petrola cîhanê - Amerîka û Erebistan - ragihand ku tevahiya van pêngavan divê bi awayê hevpaar bên rakirin.

Pûtîn her wiha ragihand: Rewşa bazara cîhanî ya petrolê aloz e û Koronayê teqrîben abûra Cîhanê bi tevahî xistiye bin bandorê û ev yek bûye sebeb ku asta daxwazê jia liyê bikarênerên sereke yên çavkaniyên enêrjiyê kêm bibe. Ji ber vê yekê hemî alî, ji wan şirîkên me vê rastiyê têdigihêjinku mijara kêmkirina asta berhemanîna petrolê bo kêmtir ji asta beriya qeyranê di rojevê da ye.

Pûtîn di dewamê da li ser amadetiya Moskovayê jibo hevkariya digel berhemênerên petrolê ji wan Amerîkayê bi mebesta pêkanîna hevsengiyê di bazara cîhanî ya petrolê da pêgirî kir.

Lihevkirina petrolê navbera OPEC û Rûsiyê jibo kêmkirina asta berhemanînêî bi qasî yek miliyon û nîv bermîl di rojê da piştî ku Moskova li dijî kêmkirina zêdetir a berhemanînê ji ber belavbûna Koronayê di roja 1ê Nîsanê da, piştî sê salan bi dawî bû.

Piştî wê Erebistana Siûdî ragihand ku ewê asta berhemanîna petrola xwe bigihîne 13 miliyon bermîlî û ev yek bû sebeb ku bihayê petrola Brênt û Yûralz (Petrola Rûsiyê) di meha dawiyê da li bazara Cîhanî ya Petrolê dakeve xwarê.