Nîsan 04, 2020 08:26 Asia/Tehran
  • Korona li Îtalyayê; 766 kesên din can dan

Bi ragihandina mirina 766 îtalyayiyên din ji ber tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê di 24 saetên bihurî da, hejmara goriyên ji ber vê vîrûsê li Îtalyayê gihîşte 14 hezar û 681 kesî.

Dewleta Îtalyayê Îniyê bi şev ragihand ku di heyama 24 saetên pêş da, 4 hezar û 585 kes li vî welatî bi Vîrûsa Koronayê ketine û 766 kesan jî ber ber nexweşiya KOVÎD-19ê canê xwe ji dest dane.

Bi vê amara nû, hejmara tûşbûyî û miriyên ji ber vîrûsa Koronayê li Îtalyayê bi rêzê 119827 û 14681 kes in.

Niha zêdetirîn hejmara goriyên Koronayê li cîhanê yên Îtalyayê ne û piştî vî welatê Ewropî, Spanya di cîgeha duyem da ye ku 10 hezar kes ji ber Koronayê li vî welatî mirine.

Cozêpê Kontê, Serokwezîrê Îtalyayê Sêşemiyê, 10ê Adarê li pey zêdebûna hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li vî welatî, biryara qerentînekirina tevahiya welatê 60 miliyon kesî yê Îtalyayê da.

Her wiha medyayên amerîkî Îniyê bi şev ragihandin ku hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li vî welatî gihîştiye 276 hezar û 37 kes ku ji vê hejamrê 7 hezar û 385 kesan can dane.

Amerîka niha ji welatên sereke yên tûşbûna bi Koronayê ye.