Nîsan 04, 2020 08:11 Asia/Tehran
  • Hêzên Hefter dîsanê êrîş birine ser balefirgeha Trablosê

Koma nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê bi fermandetiya Xelîfe Hefter Îniyê bi şev careke din balefirgeha navneteweyî ya Meyitîqeyê ya rojhilata Trablosa paytexta Lîbiyê dane ber mûşekan.

Li gorî rapora IRNAyê, "Dewleta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbiyê" ragihan dku hêzên Hefter balefirgeha Meyitîqeyê bi mûşekên Gradê dane ber êrîşê.

Li gorî vê raporê, piştî êrîşê ev balefirgeh hatiye girêdan û êrîş li ser derdora balefirgehê didomin.Koma nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê bi fermandetiya Xelîfe Hefter di mehên dawî da bi caran êrîşî ser vê balefirgehê kiriye.