Nîsan 03, 2020 15:24 Asia/Tehran
  • Hejmara tûşbûyîyên Koronayê li cîhanê ji milyonek û 16 hezar kesî derbas bû

Hejmara tûşbûyîyên Koronayê li cîhanê ji milyonek û 16 hezar kesî derbas bû û di encama tûşbûna vê vîrûsê de heta nika 53 hezar û 242 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Ligorî amarên cîhanî, vîrûsa Koronayê belavî zêde ji 195 welatên cîhanê bûye û di encamê de milyonek û 16 hezar kes tûşî wê bûne û 53 hezar û 242 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li gorî amaran, di rêzebendîya welatên cîhanê de Amerîka di rêza yekem di warê tûşbûyîyan de ye û heta nika 245 hezar û 341 kes li wî welatî tûşî Koronayê bûne, di 24 sietên buhurî da jî hejmara gorîyan li Amerîkayê giheştîye 6 hezar û 95 kesan.

Wezareta Tenduristîyê ya Îtalyayê jî ragihand ku di 24 sietên buhurî de 4 hezar û 668 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 760 kesan jî canê xwe ji dest dan.