Nîsan 03, 2020 09:49 Asia/Tehran
  • Berbelavûna Lezgîn a Koronayê li Amerîka û Îtalyayê

Vîrûsa Koronayê her diçe zêdetir û bi lezgînî li Amerîka û Îtalyayê belav dibe.

Medyaya Amerîkayê şeva bihûrî ragihand ku hejmara pêketiyên Koronayê li vî welatî gihêşte 240 hezar û 344 kesanku ji wan 5 hezar û 807 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî Amerîka kete pêşiya welatên ku tûşî koronayê bûne.

Dewleta Amerîkayê gelekî dereg testên Koronayê cih anîn û niha jî ji ber zêdebûna pêketiyên Koronayê li vî welatî kîtên testên Koronayê kêm in.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ragihandibû ku di pêşerojeke nêzîk diqewme Amerîka bibe navenda belavbûna vîrûsa Koronayê.

Li Îtalyayê jî bi mirina 760 kesên din ên pêketiyên Koronayê hejmara miriyên ji ber vê vîrûsê li vî welatî gihêşte 13 hezar û 915 kesan.

Îtalya vê demê ji babeta mirina pêketiyên Koronayê li pileya yekem di nav welatên Ewropayê de cih girtiye.