Senders: Bi dehan milyon amerîkî li ber talukeya birçîbûnê ne
Bernie Sanders senatorê eyaleta Vermontê û namezedê muhtemel yê Demokratan li hilbijartina serokomariya Amerîkayê di sala 2020 de duh li Twitterê de nivîsî: Bi dehan milyon amerîkî ji ber krîza Koronayê li ber talukeya belengazî û birçîbûnê ne.
LI gor Tesnîmê, Sanders liTwitterê rexne li siyasetê serokomarê Amerîkayê Donald Trump girt û nivîsî: Di vê krîzêde ku her diçe girantir û dijwartir dibe bi dehan milyon amerîkî muhtemel e bikevin ber talukeya birçîbûnê, divê em rê li ber vê yekê bigirin.
Ji ber Krîza Koronayê bi milyonan amerîkî neçar mane di mal de bimînin û piraniya wan kar û şixulê xwe ji dest dane. Karzanan jî hişyarî dane ku diqewme ev krîza bibe sedem bi milyonan kar û şixul ji nav biçin.
Li gor bîlançoyên fermî heya niha 214 hezar û 836 kes li Amerîkayê bi Koronayê ketine ku ji wan 5 hezar 99 kes mirine. Niha korona li 50 eyaletên Amerîkayê belav bûye.
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê sê şemiyê ragihand ku diqewme li pêşerojê Amerîka bibe navenda belavbûna Koronayê li cîhanê.