WHO derbarê zêdebûna lezgîn a tûşbûyiyên Koronayê hişyarî da
Rêxistina Tenduristiya Cihanê (WHO), fikarên xwe yê di derbarê bi lez belavbûna pandemiya koronavîrûsê de anî ziman û desnîşan kir ku bi zûtî hejmara kesên ku bi Koronayê dikevin ji milyonek kes derbas dibe.
Midurê Giştiyê yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus li press konferansekê de got; “Li ser rêjeya belavbûn û zêdebûna bi lez ya tûşbûyiyên Koronayê di asta cihanî de di nava fikarên pir kûr de ne.”
Midurê Giştî yê WHO’yê got: “Hejmara miriyan li gorî ya heftiya berê du qat zêdetir bûye. Di rojên pêş de, wê bê dîtin milyonek kes bi vîrûsê ketine û wê hejmara miriyan bigehije 50 hezar kesan.”
Pandemiya Koronavîrûsa ku di meha Kanunê de li Çînê derketî heta niha li 180 welatan nêzî 43 hezar û 500 kes mirine. Bi gişti hejmara nexweşên koronavîrûsê yên hatî diyarkirin 930 hezar kesan derbas kir û hejmara miriyên ji ber vê vîrûsê jî ji 47 hezar kesî zêde bû.
Li gor agahiyên herî dawiyê zêde ji sê-yekek (1/3) ji xelkê cîhanê di Qerentînê de ne.
WHO’yê berî viya derheq çûbûna krîza Xwarekê ya ji ber Koronayê hişyarî da bû.