Nîsan 02, 2020 09:47 Asia/Tehran
  • Hêzên Xelîfe Hefter bi roketan êrişî ser balafirgeha Trablosê kir

Koma bi navê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê bi fermandetiya general Xelîfe Hefter şeva bihûrî çend roket avêtin balafirgeha Mueytîqe li rojhilata Trablosê paytexta Lîbyayê.

Derheq hûrgilî û xisar û kuştî û birîndarên ji ber vê êrişê hîn ti nûçe belav nebûye.

Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê ya bi fermandetiya general Xelîfe Hefter bi salan e ji aliyê Erebistan, Misr, Îmaret, Rûsya û hin welatên din tê piştgirîkirin. Vê komê kontrola Lîbyayê xistiye destê xwe. Koma din ya bi navê Dewleta Wifaqa Nîştimanî ya bi serokatiya Fayiz Sirac ji aliyê NY bi fermî hatiiye naskirin û Tirkiye jî bi çek û sîlah û hêzên xwe alîkariya wê dike û komên terorîst ên ku li Sûriyê şer dikirin ji bo alîkariya wê şandine Lîbyayê.

Hêzên Xelîfe Hefter eva çend meh in ku dixebite Trablosê paytexta Lîbyayê ji bin destê Dewleta Wifaqa Nîştîmanî derxe.Ji dema despêka vê operasiyonê heya niha 1500 kes li Trablosê hatine kuştin û herî kêm 6000 kes jî birîndar bûne û zêde ji 150 hezar kes jî aware bûne.

Ji aliyê din ve roja sêşemê berdevkê fermî yê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî bi rêya nameyekê ragihand: "Di çarçoveya operasyoneke leşkerî xeter li rojavayê welêt de, keştiyek cengî ya Tirkiyê ji deryayê bi moşekan êrişî herêma El-Ecîlat kir. Lê tu windahî çênebûn."