Nîsan 02, 2020 08:38 Asia/Tehran
  • 727 kesên din li Îtaliyayê bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dan

Rayedarên Îtaliya ragehandin, di dema 24 saetên bûrî de, 727 kesên din bi sedema Vîrûrsa Koronayê li vî welatî canê xwe ji dest dane, bi vê yekê jî, tevaya hejmara mirîyan bi sedema nexweşiya Koronayê gehişte 13,155 kesan.

Encêlo Borêlî, rêveberê paraztina Sivîlî li Îtaliya ragehand, di dem şev û rojekê de, 4,782 haletên nû yên tûşbûnê bi Vîrûsa Koronayê di vî welatî de hatine tomarkirin. Bi vê yekê jî, hejmara tevaya tûşbûyên Vîrûsa Koronayê ji 105,792 kesan gehişte 110,574 kesan.

Encêlo Borêlî herwiha desnîşan kir ku heyan niha 16,847 kes jî ji vê nexweşîyê baş bûne.