Sibat 26, 2020 16:34 Asia/Tehran
  • Waksena Koronayê li Çînê hat çêkirin û hêviyên jibo kontrola tam a wê zêde bûn

Wezareta Tendursutiyê ya Çînê ragihand ku çêkirina waksenên xwarinî, hêviyên jibo kontrola tam a Vîrûsa Koronayê zêde kirine.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta Tendursutiyê ya Çînê roja Çarşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi dermankirina nêzikî 3 hezar kesên din di 24 saetên bihurî da û çêkirina waksenên xwarinî, hêviyên jibo kontrola tam a Koronayê li Çînê zêdetir ji berê bûne.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Heta niha 30 hezar ji kesên ku li Çînê tûşî Koronayê bûbûn, baş bûne.

Vîrûsa Koronayê ku dawiya Kanûna bihurî bo cara yekem li bajarê Wuhanê li parêzgeha Hubeya Çînê hat dîtin, ji billî 30 prêzgehên vî welatî derbasî 36 welatên cîhanê jî bûye.

Hejmara goriyên Koronayê li Çînê gihîştiye 2665 kesî./