Sibat 26, 2020 09:37 Asia/Tehran
  • Li Hindê pevçûn derket; 163 kuştî û birîndar hene

Di encama pevçûna di navbera yar û neyarên qanûna bigengeşe ya dayîna mafê welatîbûna Hindê bo nemisilmanan de 13 kes hatin kuştinê û 150 kes jî birîndar bûn.

Bi hezaran yar û neyarên qanûna bigengeşe ya dayîna mafê welatîbûna Hindê bo nemisilmanan daketin kolanan û hêzên polîs tevî bikaranîna gaza îsotê û narincekên dûkelfûrîn nekarîn pevçûna di navbera her du alîyan de kontrol bikin. 

Hêzên polîs gellek nerazî jî girtine. Xwenîşanderan pêgirî kirin ku dewleta Hindê çareyek bilî ibtalkirina wê qanûnê tineye û heta dema ku vî karî neke, nerazîbûn dê bidomin.

Di encama êrişa leşkerên Hindê ser nerazîyên himberî qanûna bigengeşe ya dayîna mafê welatîbûna Hindê bo nemisilmanan de heta nika 30 kes hatine kuştinê û nêzî 21 hezar kes jî hatine girtinê.