Çile 18, 2020 17:13 Asia/Tehran
  •  Daxwaza artêşa Lîbyayê ji civaka cîhanî bereberê lidarxistina civîna Berlînê

Çavkaniyên ser bi artêşa Lîbyayê bereberê civîna Berlînê ji civaka cîhanî xwestin ku bona paqijkirina komên çekdar alîkariya Lîbyayê bike.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, û ji zarê El-Neşreyê Selah Ebdulkerîm şêwirmendê hêzên çekdar ên Lîbyayê raghand: Artêşa Lîbyayê mîna Misrê li dijî terorîstan şêr dike û bi wan re gotûbêjê nake. 

 Ebdulkerîm got: Parleman û artêşa Lîbyayê ne şerxwaz in lê armanca wan têkbirina komên terorîstî li Lîbyayê û komkirina çekan û vegerandina ewlehî û serweriya Lîbyayê ne. 

Şêwirmendê hêzên çekdar ên Lîbyayê ji civaka cîhanî xwest ku bila destekê bidin xelkê Lîbyayê û hêzên çekdar ên wê bona azadkirina Lîbyayê ji komên çekdar û li hember kiryarên Tirkiyê yên guhestina terorîstan ji Sûriyê û Iraqê bo Misratê û Tirablosê û pergalkirina wan sersar nebin.