Çile 17, 2020 18:32 Asia/Tehran
  • Dîwana Muhasibatê ya Emerîkayê: Trump li Okrayn Gêytê qanûn binpê kirine

Dîwana Muhasibatê ya Emerîkayê kiryara serokkomarê vî welatî ya girêdana alîkariyên ewlehiyê bo Okraynê, wek binpêkirina qanûnê da zanîn.

Li gorî malpera kongira Emerîkayê ya Hîlê, Dîwana Muhasibatê ya Emerîkayê raghand ku nivîsgeha rêveberiya bûdcê li koşka Sipî, havîna 2019`an   nehiştiye alîkariyên eskerî û ewlehiyê derbasî Okraynê bibin ku eva binpêkirina qanûnê ye. 

Trump li halekê ev qanûna binpê kiriye ku kêmtir ji salekê beriay wê, kongira Emerîkayê şandina alîkariyên eskerî û ewlehiyê bo Okraynê pejrandibû. 

Li gorî rapora Dîwana Muhasibatê ya Emerîkayê, serokkomar xwediyê vê qawet û desthilatê nîne ku qanûna  kongirê binpê bike an wê biguherîne. 

Li gor belgeyên ku hatien weşandin, kêmtir ji du sietan piştî gotûbêja telefonî y Donald Trump tev Viladîmîr Zelenskî, serokkomarê Okraynê li Tîrmeha 2019an, koşka Sipî fermana rawestandina  alîkariya eskerî ya 391 milyon dolarî ya Emerîkayê bo Okraynê dabû. 

Meclisa Parlimanteran a Emerîkayê roja çarşemiyê pênumaya îstîzaha Trump bi du tawanên, `` îstifada neçê ji desthilatê û`` mudaxila li lêkolînên kongirê`` şand Senayê û senatoran roja pêncşemiyê yekim civîna xwe li vê barê li dar xistin.