Çile 17, 2020 18:30 Asia/Tehran
  • Wezareta Xezînedariyê ya Brîtanyayê Hizbullaha Lubnanê xist lîsteya komên terorîst

Wezareta Xezîneyê ya Brîtanyayê raghand ku Hizbullaah Lubnanê xistiye nav lîsteya komên têrorîst.

Li gorî rapora Mêhr Newsê,Wezareta Xezîneyê ya Brîtanyayê, bi weşandina hin daxûyaniyan îdia kiriye ku koma berxwedana Hizbullaha lubnanê wek komeke terorîstî bi nav dike. 

Brîtanyayê li vê barê raghandiye ku ji niha û şûn de bi endam û girêdayiyên koma Hizbullaha  Lubnanê li gor qanûnên aborî yên terorîzmê reftarê bikin û heyîtiyên vê partiyê bloke bike. 

Li halekê ku heta niha tenha çiqa eskerî ya koma Hizbullaha Lubnanê di lîsteya terorê ya Londonê de bûye niha Xizînedariya Inglîzê ragahndiye  niha vêde jî çiqên siyasî û eskerî yên Hizbullahê hevgav dê bikevin ber yasaya`` kiryara rawestandina mal û milkên terorîstî yên sala 2010an. 

Emerîkayê pêştir  zext û zor anîbû ser welatên ewrûpî ku navê Hizbullaha Lubnanê bixin nav lîsteya komên terorê. 

Eva li halekê ye ku Hizbullaha Lubnanê wek partiyeka siyasî ya rewa û yasayî dixebite û hin nunerên parlemanê û her wiha endamên dewleta Lubnanê ji endamên vê partiyê tên hejmarê.