Çile 17, 2020 16:20 Asia/Tehran
  • Dengvedana berfireh a axiftina rêberê giranqedr ê Şoreşa Islamî ya Îranê ya li nimêja îniya Têhranê li medyayên cîhanê

Axiftina rêberê giranqedr ê Şoreşa Islamî ya Îranê li nimêja îniyê ya îro li Têhranê û beşdariya berfireh a gel li vê nimêja îniyê ji aliyê medyayên giring ên cîhanê va hat weşandin.

Medyayên cîhanê ji wan medyayên inglîzî û erebî ziman bi awayekî berfireh beşdariya rêberê giranqedr ê inqilabê li nimêja îniyê ya îro û axiftina wî weşandin. 

Medyayên hanê her wiha amajeyî beşdariya berfireh a gelê Îranê li nimêja îniyê ku pir balkêş bû, kirin.

Medyayên cîhanê, agirberdana wêneyên Trump û alayên Emerîka û Rejîma Siyonîstî li nav nimêjkirên Muselaya Têhranê jî weşandin. 

Malpera emerîkî ya blomberg, Sputnika Rûsiyê, kanala El-Minar, malpera El-Neşre ya Rûsiya El-Yewmê, El-Meyadîn û El-Cezîrê û Associated Press û medya din ên cîhanê axiftina îro ta rêberê giranqedr ê inqilaba  Îslamî ya Îranê li nimêja îniyê ya Têhranê bi awayê zindî weşandin. 

Beşdariya berfire a gel li nimêja îniyê ya îro bû sedem medya hanê nekerbin li bara wê sersar bin.