Çile 17, 2020 12:09 Asia/Tehran
  • Mêdyayekî amerîkî: Leşekrên birîndar ên amerîkî yên li bargeha Eyn ul Esedê veguhestine Alman û Kuweytê

Mêdyayeke amerîkî salixîyeke cida derbarê idiayên dewleta Amerîkayê dide û belgeyên nû têkildarî leşkerên birîndar ên vî welatî yên encama êrişa mûşekî ya tolhilanînê ya Îranê raber kirine.

Malpera Nûçan a Defense one`î nivîsî: Çend rayedarên Artêş û Wezareta Berevanîya Amerîkayê ragihandine ku leşkerên birîndar ên ji ber êrişa mûşekî ya Îranê vê hefteyê bo nexweşxaneyên leşekrî yên Amerîkayê yên li Kuweytê û şarê Landstuhl ê Almanê hatine veguhestinê.

Rojnama Washington Postê roja Çarşemê bo cara yekem amajeyî birîndarbûna çend leşkerên amerkî di encama êrişa mûşekî ya Îranê ser baregehên wî welatî li Iraqê kir.

Bidû wê, hevalbendîya qaşo dijî DAIŞ`ê ya bi serkêşîya Amerîkayê jî şeva buhurî neçar ma ku di daxûyanîyeke fermî de piştrast bike ku di encama êrişa mûşekî ya Îranê ser bargeha hêzên amerîkî ya Eyn ul Esedê li Iraqê de 11 leşekrên amerîkî birîndar bûne û hela jî tên dermankirinê.

Rayedarên amerîkî heta nika idia dikirin ku di encama êrişa mûşekî ya Îranê ser baregeha leşkerî ya hêzên amerîkî li Iraqê de hîç kesek nehatîye kuştinê û yan birîndar nebûye.