Misr:Şandina hêzên Tirkîyê bo Lîbîyê binpêkirina biryarnamên navnetewî ye
Wezîrê Karên Derve yê Misrê got:Şandina hêzên Tirkîyê bo Lîbîyê binpêkirina biryarnamên navnetewî ye.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Al Sharq ul Awsetê, Samih Şukrî Wezîrê Karên Derve yê Misrê di peywendîya têlêfonî ya digel hevtûşên xwe yên îtalî û yûnanî de amajeyî alûgurên dawîn ên Lîbîyê kir û got: Karê Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê yê şandina leşkeran bo Lîbîyê karekî bitaluke û binpêkirina biryarnamên navnetewî ye ku bandoreke xirab li Konfiransa Berlînê û rewşa nav Lîbîyê dike.
Wezîrên karên Derve yên Îtalya û Yûnanê jî di wê peywendîya têlêfonî da kiryara Tirkîyê ya şandina leşkeran bo Lîbîyê binpêkirina biryarnamên Civata Ewlehîyê ya NY û hokara navnetewî ya qeeyrana Lîbîyê û alozbûna rewşa vî welatî zanîn.
Wezîrên karên Derve yên Misr, Îtalya û Yûnanê herwiha pêgirî ser girîngîya piştgirîya ji demajoya sîyasî ya têkildarî rewşa Lîbîyê ya li Berlînê û pêkanîna derfetê jibo serxistina wê civînê bi merema çareserkirina qeyrana Lîbîyê kirin.
Konfiransa Navnetewî ya Berlînê biryar e ku di 19`ê Çillê de bi mijara Qeyrana Lîbîyê li Almanê were lidarxistinê.