Çile 16, 2020 16:46 Asia/Tehran
  • Navende lêkolînan a amerîkî: ''Macerahezîyên Erdogîn bûne sedema tirs û fukarê di nav Tirkan de''

Navenda Lêkolînên Leşkerî ya bi navê Rand li Amerîkayê pêgirî kirîye ku di çend salên vê dawîyê de ji ber sîyasetên ku Enqere dimeşîne, hevalbendîya Amerîka-Tirkîyê pêrgî alozî û gêreyê bûye.

Di rapora Navenda Lêkolînên Leşkerî ya bi navê Rand li Amerîkayê de hatîye: Dînamîkbûna sîyaseta navxweyî ya Tirkîyê û berjewendîyên navnetewî yên Enqerê, bûne sedema guherîna sîayseta Tirkîyê himberî dewletên derdorê û şirîkên wê yên mêjûyî taybetî jî Amerîkayê. 

Di raporê da herwiha hatîye: Nika Tirkîye di nav xwe da perçe bûye şinku Receb teyîb Erdoganê Serokomarê wî welatî pîvanên gêreyên netewî, dînî û etnîkî jibo serxistin û pêşdebirina armancên xwe yên sîyasî bikar tîne. Vê yekê jî wisa li pirranîya civaka Tirkîyê kirîye ku dilgiranê têkçûna dêmokirasîyê li wî welatî bin û rewşa aborî jî têk here û di warê yekalîkirina çareserkirina sîyasî ya meseleya Kurdan da jî pêrgî işkestê bibe. 

Di wê raporê de pêşbînî hatîye kirin ku alozî  ûbêistiqrarîya di peywendîyên Waşîngton û Enqerê de bidome herçend ku Waşîngtonê ew faktorên pêwîst jibo kêmkirina gêrey û alozîya heyî kêm bike. 

Di dewama rapora Navenda Lêkolînên Leşkerî ya bi navê Randê da hatîye ku Amerîkayê û Tirkîyê berjewendîyên hevpar ên nêzîk hene taybetî jî di warê parastina hevsengîyê digel Ûrsêt û Îranê, sekinîna himberî komên têrorîst û hewildana jibo istiqrar û aramîyê li Rojhilata Navînê. 

Di wê raporê de bal hatîye kişandinê ser Enqerê hevkarîyeke xurt a serbazî digel Waşîngtonê heye, çinku Wezareta Berevanîya Tirkîyê naxwaze alozîya sîyasî bikeve nav peywendîyên digel Amerîkayê û jibo parastina wan peywendîyên baş kar dike. 

Di pişkeke rapora Navenda Lêkolînên Leşkerî ya bi navê Randê da hatîye ku dewleta Amerîkayê nika pêwîstî bi istiratêjîyeke demdirêj têkildarî vê mijarê heye bi awayekî ku wan peywendîyana biparêze û nehêle ji ber berfirebûna gêreyên sîyasî yên di salên buhurî da û taybetî jî kêşeya Sûrîyê, bandorê li wan peywendîyan bikin.

Di dawîya rapora Navenda Lêkolînên Leşkerî ya bi navê Randê da pêgirî hatîye kirin ku Waşîngton venihêrîneke xurt a dîplomatîk têkildarî peywendîyên digel Tirkîyê bike bi armanca berfirekirina babetên hevpar ên alternatîv di navbera NATO`yê û hêzên leşkerî yên Tirkîyê da, ew jî bi mebsta lêkirina dîwarekî qahîm pêşberî hejmonîya zêdexwazîyê ya Ûrsêtê.