Kanûn 13, 2019 18:41 Asia/Tehran
  •  Pejrandina biryarnama kontrolkirina çek û sîlehan li NY

Biryarnama pêşniyarkirî ya Rûsiyê li bara kontrolkirina çek û sîlehan bi hemî dengan li civata giştî ya NY hat pejrandin.

 Ajansa Tasê raghand ku civata giştî ya NY roja îniyê bi 179 dengan ji wan dengê Emerîkayê bi hemî dengan, biryarnama  pêşniyarkirî ya Rûsiyê li bara xurtkirina sîstema kontrolkirina çek û sîlehan, jiçekkirin û qedexetiya belavkirina  çekên komkujiyê  pejrand.

 Li gorî vê raporê, tu welatek dengê na nedaye vê biryarnamê.

 179 welat ji wan Emerîka dengê xwe dane piştgiriya ji vê biryarnameyê û bi tenê Okrayn, Gurcistan û giravên Pablaoyê dengê bêalî danê.

 Ev belgeya daxwaza hilkolandina cidî ya dûhatên neyînî yên dawîbûna peymanan û hevhatinê li warê kontrola çek û sîlehan kiriye û ji rola rêbertiya NY bona parastin û dewama muzakiran li vê barê pêşewzaî kiriye.

 Ev biryarnameya ji Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê NY dixweze ku dewamê bide alîkariyên pêdivî bona piştgiriya ji hevdengiya li warê kontrolakirina çek û sîlehan û qedexetiya belavkirina  wan.