Kanûn 13, 2019 12:12 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Kongresa Amerîkayê ji bo girtina pêşiya girêdana dewleta Trump

Nûnerên Kongresa Amerîkayê li ser pêşnûmaya bûdca salê ya dabînkirina bingehên malî yên dewleta Amerîkayê û girtina pêşiya girêdana wê li hev kirin.

Website The Hill a Amerîkayê ragihand ku nûnerên Kongresê yên wezîfedarê biryardayînê li bara krêdîtan ser çend babetên wekî şêwaza terxankirina bûdcê bo proja serokomarê Amerîkayê Donald Trump ya çêkirina dîwarê ser sînorê Mekzîkayê li hev kirin.

Hûrgiliyên vê pêşnûmayê hîn diyar nebûye, lê belê serokê piraniya meclisa nûneran a Amerîkayê  Steny Hoyer gotiye ku hêvîdar e li ser vê lihevkirinê roja sêşemiya tê dengwergirtin pêk were.

Nûnerên Demokrat dibêjin ew dilniya kirine ku piştî pejirîna vê pêşnûmayê Trump dê wê îmza bike.

Eva tê vê wateyê ku dewleta Amerîkayê pişî oltîmatoma 30 Kanûnê nayê girîdanê.