Kanûn 12, 2019 13:11 Asia/Tehran
  • Despêbûna Hilbijartina parlemanî ya Brîtanyayê

Îro Pêncşemê hilbijartina pêşwext li Brîtanyayê ya parlemanî birêve diçe. Xelkê Brîtanyayê vê hilbijartinê qedersaz û girîng di nirxînin.Di hilbijartinên vê carê de 3,415 berbijar hevrikiyê li ser 650 kursiyên parlemanê dikin. 3 kes ji van berbijaran kurd in.

Serkirdeyên partiyên siyasî li Brîtanyayê roja xwe ya dawiyê bi coşeke mezin birêve birin. Serokwezîr û Serokê Partiya Parêzgaran (Muhafizekaran), Boris Johnson li bakurê Brîtranya şîr û şerbet da welatiyan. Slogana wî ya sereke cihanîna Brexitê li dema diyar bûyî ji aliyê Yeketiya Ewropayê anku 31 Çileya 2020ê ye. Herwiha piştgirê din ê Brexitê partiya bi vî navî anku Partiya Brexitê ye ku serokê wê Nigel Farage(Naycêl Faraj) e.

Serokê Partiya Karkeran (Labour Party), Jeremy Corbyn jî li Glasko ragihand, ewê dawiyê li siyasetên xirab ên aborî bînin.

Herwiha Serokê Partiya Lîbral Demokrat Jo Swinson jî dibêje, ew giraniyê didn wan navçeyên ku li dijî Brexitê deng dane.

Di nava 4 salan de ev dibe cara sêyem ku hilbijartin li Brîtanyayê tên lidarixstin. Di hilbijartina vê carê de tê çaverêkirin ku çarenivîsa Brexitê bê yekalîkirin.

Rikeberiya serekî jî di navbera Partiya Muhafizekaran a desthilatdar û Partiya Karkeran (Labour Party) de ye, eger Partiya Muhafizekaran piraniyê bidest bixe, Brîtanya dê ji Yekîtiya Ewropayê (YE) derkeve, lê eger Partiya Karkeran serkevtî be, bi hitmaleke zêde dê referandumek din li ser vekişîna ji YEyê li Brîtanyayê bê lidarxistin.

Li gor anketa Binyada YouGov hitmala serketina Partiya Parêzgaran ya bi serokatiya Boris Johnson zêde ye. Ev binyad dibêje muhtemel e ev partî  339 kursiyan bidest xîne. 

Xelkê Brîtanyayê 23 Hezîrana 2016 li refranduma derketin an mayîna di nav YE  beşdar bûn û piranî deng bo derketinê dan.