Kanûn 12, 2019 12:37 Asia/Tehran
  • Misilmanên Rohîngyayê gotinên

Misilmanên Rohîngyayê duh êvarê ji civaka cîhanî xwest bila gotinên "Ang San Soçî" seroka partiya serdest a Miyanmarê li dadgeha navneteweyî ya sizayan li Lahayê bawer nekin.

Li gor IRIB Newsê, seroka partiya serdest a Miyanmarê "Ang San Soçî" duh li dadgeha navneteweyî ya sizayan li Lahaya Holandê,  "Nejadkujiya Misilmanên Rohîngyayê" li Miyanmarê red kir û îdia kir ku bi sedan hezar misilmanên Rohîngyayê di encama şer û pevçûnên serhildayiyan neçar man ji vî welatî derkevin.

Soçî bi xemsarî sûça artêşa Miyanmarê ya kuştina bi hezaran misilmanên vî welatî û desdirêjiya ser wan û şewitandina malên wan li sala 2017 red kir.

 Dadgeha navneteweyî ya sizayan li Lahayê ji roja sêşemê ve dosiya qirkirin û tevkujiya misilmanên Rohîngyayê bi destê artêşa Miyanmarê despê kiriye.

Ev dosiya di encama şikiyat û dozvekirina dewleta Gambyayê wek nûnerê 57 welatên îslamî de li dadgeha Lahayê tê şopandin.

Ji 25 Tebaxa 2017 heya niha di encama êrişa artêşa Miyanmarê ser misilmanên Rohîngyayê li parêzgeha Raxîn a rojavayê vî welatî zêde ji 6 hezar misilmanên bêguneh hatin kuştin û zêde ji 8 hezar jî birîndar bûn û zêde ji milyonek misilman jî neçar man terka axa û mala xwe bidin û derbider bibin û birevin Bengladêşê.

Ji sala 2012 artêşa Miyanmarê û bûdayiyên tundrew bi caran êrişî ser misilmanan li parêzgeha Raxîn kirin. Van misilmanan li Miyanmarê ti heq û mafeke xwe ya welatîbûnê tinen.

NY jî vê dawiyê artêşa Miyanmarê tawanbar kir ku li vî welatî dest daye ramalîna  etnîkî li dijî misilmanan.