Kanûn 11, 2019 12:56 Asia/Tehran
  • Lavrof li Waşîngtonê: Rûsiye dê hemî hewildana xwe jibo parastina Peymana Atomî pêk bîne

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê di civîna çapemeniyê ya hevpar digel Mayk Pompêoyê Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li Waşîngtonê destnîşan kir ku Peymana Atomî divê were paarstin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Sêrgêyî Lavrof di vê civînê da got: Rûsiye dê heer hewildanekê jibo parastina vê lihevkirina navneteweyî pêk bîne.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê, 8ê Gulana 2018an, bi dubarekirina tawanên bêbingeh û pûç dijî Îranê, derketina Waşîngtonê ji Lihevkirinameya Atomî û vegeriyana boykotên atomî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand.