Kanûn 11, 2019 10:14 Asia/Tehran
  • Meytê 6 koçberan li sînorê Yûnan û Tirkiyê hatin dîtin

Rayedarên Yûnanê qala vedîtina meytê şeş koçberan li ser sînorê Tirkiyê kirin.

Li gorî rapora France Pressê, Rayedarên Yûnanê tevî ragihandina vedîtian meytê şeş koçberan li ser sînorê Tirkiyê ragihandin ku hegera mirina van koçberan sermaya zêde ya hewa li navçeya Çemê Êfrosê bûye.

Li gorî gotina wan, hevrê digel Meytên vedîtî belgeyên naskirinê tunebûne û pênaseya wan nayê naskirin.

Dewleya Yûnanê Mijdara2019an ragihand ku 400 kes ji hêzên xwe yên sînorvaniyê li navçeya Êfrosê bi cih kirine û çavdêriya ser vî çemî bi rêya radarên pêşketî dike.