Kanûn 11, 2019 10:03 Asia/Tehran
  • Brayan Hûk: Amerîka zexta herî pirr dijî Îranê didomîne

Serokê Koma Kiryara Îranê li Wezareta karên derve ya Amerîkayê roja Sêşemiyê destnîşan kir ku kempeyna boykotkirin û zexta herî pirr a Waşîngtonê dijî Îranê dê were domandin.

Li gorî rapora IRNAyê, Brayan Hûk, Serokê Koma Kiryara Îranê li Wezareta karên derve ya Amerîkayê hevdeng diogel Trumpê serokomarê Amerîkayê û Mayk Pompêoyêî wezîrê karên derve yê vî welatî bêyî raberkirina tu belge û şehediyekê Îranê wek tawanbarê pêkanîna kiryarên xerabker li navçeyê û berpirsa êrîşa ser Aramkoya Erebistanê da zanîn û got ku Amerîka dê siyaseta zexta herî zêde li ser Îranê heta dema guhertina reftara Îranê bidomîne.

Hûk destnîşan kir ku armanca sereke ya Waşîngtonê ya anîna zexta li ser Îranê neçarkirina Îranê jibo hatina ser maseya gotûbêjan e.