Kanûn 11, 2019 09:59 Asia/Tehran
  • Lavrof: Min bi rayedarên amerîkî ra derbarê mijara destwerdana di hilbijartinê da gotûbêj nekiriye

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê gotûbêja digel rayedarên amerîkî derbarê destwerdana di hilbijartina Amerîkayê da derew zanî.

Sêrgêyî lavro, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja Sêşemiyê di civîneka nûçegihaniyê da li balyozxaneya Rûsiyê li Waşîngtonê got ku bi rayedarên amerîkî ra bi tu awayî ser mijara destwerdana Rûsiyê di hilbijartina Ammerîkayê da neaxiviye.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha got: Min digel rayedarên amerîkî derbarê pêwîstiya qedexetiya sazkirina kêşeyan li Kendava Farsê û dûhatên derketina Waşîngtonê ji Peymana Atomî gotûbêj kir.

Wî her wiha got ku derbasbûna ji qeyranê li Iraq û Libnan û Sûriyê tenê bi rêya gotûbêja navbera aliyên cûrbicûr pêkan e.

Lavrof destnîşan kir ku boykotên dijî Koreya Bakurê jî têra xwe zêde ne û divê di vî warî da danûstandineka nerm hebe.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha got ku welatê wî hevrê digel Çînê jibo destpêbûna gotûbêja navbera Amerîka û Koreya Bakur dê planekê raber bike.